Sûriye: Eger Tirkiye mudaxeleyê axa me bike em ê ser bikin

Sûriye: Eger Tirkiye mudaxeleyê axa me bike em ê ser bikin

PeyamaKurd – Piştî civîna Tehranê ya Tirkiye, Rûsya û Îranê, wezîrê karên derve yê Sûriyê Faysal Miqdad çû Tehranê û bi wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan re hevdîtinekî kir. Miqdad ragihand ku gelek normale piştî civîna Tehranê li wê derê ye û li ser êrîşa Tirkiyê ya bi ser Sûriyê ragihand ku Tirkiye mudaxeleyê axa Sûriyê bike, wê bi Tirkiyê re şer bikin.

Piştî civîna her dû wezîran, di civîna çapemeniyê de Miqdad ragihand ku wê operasyona Tirkiyê ewlehî û îstîqrara herêmê bixe xeterê. Miqdad weha got:

“Sipas ji bo ku civîna Astanayê de di encamnamê de biryarê dane ku divê yekîtiya axa Sûriyê bêparastin. Tirkiye an dewletekî dinê eger bikeve Sûriyê, wê bi fêde ji wir dernê. Wê ev bibe sedema şerê navbera Sûriyê û Tirkiyê û ev jî wê li du welatên dost û bira bandorê bike. Em li hemberê mudaxeleya Tirkiyê ya ji bo Sûriyê ne. Li hemberê avakirina xaniyan an jîngehane û li hemberê Tirkkîrina Tirkiyê tewrekî me heye.”

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Miqdad behsa xebatên Amerîkayê yên li Sûriyê jî kir û weha got:

“Divê leşkerên Sûriyê li rojhilatê Firatê bin. Em îznê nadin ti welatî ku bikeve axa Sûriyê. Çawa mafê Amerîkayê heye ku av û petrola me yaxma bike? Xelkê Sûriye ji ber dorpêçan eziyetê dibîne. Amerîka û YPG/PKK çavkaniyên me yên heyî talan dikin.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan jî got ku yekîtiya axa Sûriyê ji bo Îranê girînge û weha got:

“Divê li Sûriyê şerên terorê bi dawî bibin û endîşeyên Tirkiyê bên çareserkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin