PeyamaKurd - Şandeke artêşa Iraqê û şanda Wezareta Pêşmerge li devera Çemçemal a Herêma Kurdistanê civiyan.
Hat ragihandin ku îro Yekşemê danê sibê şandeke artêşa Iraqê ya bi fermandehiya general Ebdulemîr Şemerî serdana Kerkûkê kir û şanda Iraqî piştî serdana Kerkûkê derbasî gundê Banî Meqan yê Çemçemalê bû û bi şandeke Wezareta Pêşmerge re hevdîtin kir.
Di civînê de, ji General Cebar Yawer serokatiya şanda Wezareta Pêşmerge kir û sekreterê wezaretê beşdarî civînê bû. Derbarê naveroka wê hevdîtinê de hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin