Sanda Bexdayê wê encamên danûstandinan li parlamenê gotûbêj bike

Sanda Bexdayê wê encamên danûstandinan li parlamenê gotûbêj bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi beşdariya Şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji Bexdayê vegeriyaye, li Parlamentoya Kurdistanê civînek li ser encamên hevdîtinên şandê tê lidarxistin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî ragihand, ji bo zelalkirina encamên serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ya derbarê şayisteyên darayî û rêgiriyên Iraqê, rewşa navçeyên Kurdistanî û mijara kêmkirina berhemanîna petrolê, şand hatiye vexwendin ku roja Yekşemê li Parlamentoya Kurdistanê amade be, ji bo ku ligel serokê hemû fraksyonan bicive.

19ê Nîsana 2020an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Plandanînê Xalid Şuwanî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Dr Omêd Sebah, Sekreterê Civata Wezîran Amanc Rehîm û Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed pêk hatibû, serdana Bexdayê kiribû.

Şanda Kurdistanê bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê raspartî Mustefa Kazimî û Wezîrê Petrolê yê Iraqê re civiyabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin