Sanda Bilind a Herêma Kurdistanê bi Mihemed Helbûsî re civiya

Sanda Bilind a Herêma Kurdistanê bi Mihemed Helbûsî re civiya

PeyamaKurd – Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê, do bi şev ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi seroktiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, ligel Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Li gor Nivîsgeha Ragihandina Mihemed Helbûsî daye zanîn, di civînê de geşedanên siyasî û aborî û asayîşî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan, dupatî li ser yekalîkirina budçeya giştî ya îsal a Iraqê û beşa Herêma Kurdistanê, li gor destûrê gotêbêj kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ku serokatiya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re jî civiya bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin