PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Amerîkayê li Washingtonê ye.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şandeke bi serokatiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li Washingtonê ye.
Hat gotin, şanda ku wê ligel berpirsên Amerîka û endamên Kongresê bicive, wê li ser Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Iraqê ligel Amerîkayê, rewşa navçeyê û mijarên ku her du aliyan eleqedar dikin, binirxînin.
Herwiha di şandê de Şêwirmendê Karûbarê Derve yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yê Dîwana Serokatiyê Niyaz Salih Mistefa jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin