Sandeke Brîtanî serdana Minbic û Kobanîyê kir

Sandeke Brîtanî serdana Minbic û Kobanîyê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 9ê Mijdarê şandeke Brîtanyayê serdana bajarên Kobanî û Minbicê kir û bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) re civiya.

Li gorî zanyariyan, şanda Brîtanî li Rojavayê Kurdistanê hin civîn û hevdîtin bi rayedarên leşkerî û sivîl ên herêmê re pêk anîne û serdana bajarên Kobanî û Minbicê kiriye.

Hatiye diyarkirin ku şanda Brîtanî di hevdîtinên xwe yên ligel encûmenên leşkerî û sivîl ên Minbic û Koabanî de, piştevaniya xwe bo aramiya herêmê nîşan daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Brîtanya yek ji endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye û di çarçoveya erkên wê hevpeymanê de hejmarek hêzên wê li Rojavayê Kurdistanê hene û piştevaniya HSDê di şerê dijî DAIŞê de dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin