PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo destpêkirina hevdîtinan ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û partiyên din ên siyasî li Kurdistanê dest bi amadekariyan kiriye.
Li gorî ragihandina Endamê Serkirdetiya PDKê Seîd Selîm bo medya Kurdistanê, PDKê dest bi amadekariyên civînan ligel YNK û partiyên din ên siyasî yên Kurdistanê kiriye û ji bo wê jî şandeke PDKê wê serdana wan partiyan bike.
Seîd Selîm derbarê dema destpêkirina hevdîtinan de jî daye xuyakirin ku heta niha ne dem nehatiye diyarkirin û endamên şanda PDKê jî eşkere nebûne.
Li ser naveroka hevdîtinên şanda PDKê jî hatiye diyarkirin ku wê civîn li ser dahata navxwe, hilbijartinên Kurdistanê û pirsgirêkên girêdayî Bexdayê bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin