Li gor zanyariyan, piştî civînê ji aliyê Hevserokatiya YNKê ve daxuyaniyek hate dayîn û hat diyarkirin, wan li ser pêşketinên dawî yên siyasî, ewlehî û aborî yên li Iraq, Başûrê Kurdistan û herêmê axivîne.
Herwiha hat destnîşankirin, şandeya Amerîkî aniye ziman ew ê di warê ewlehî û aramiyê de piştgiriya xwe ya bi Başûrê Kurdistan û Iraqê re berdewam bike.
Beriya hefteyekê, serokê Amerîkayê Joe Biden dabû zanîn, ew ê şandeyeke bilind bişîne Rojhilata Navîn û serdana hejmarek welat bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin