PeyamaKurd- Şandeyeke ku ji giregirên Kurdistanê pê tê, ji bo ku rêya Hewlêrê û Kerkûkê were vekirin, çû Bexdayê.
Di derbarê vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê de Ebdulxaliq Telet got ku şande çûye Bexdayê. Ji bo ku rêya Hewlêr-Kerkûkê were vekirin, wê bi erkdarên Iraqê re hevdîtinan pêk bînin.
Ebdulxaliq Telet wiha berdewam kir: “Di rojên dawî de li Pirdê hinek hevdîtin pêk hatin. Li wê derê di hinek mijaran de levhatin çêbûn. Li wir, tenê mijara qontrolkirina leşkerî nehatibû biencamkirin. Êdî ev mijar jî wê siba were axaftin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin