Saredareke din a HDPyî hat desteserkirin

Saredareke din a HDPyî hat desteserkirin

PeyamaKurd - Şaredara HDPê ya bajarokê Karayaziyê Melîke Goksu û 6 endamên din ên HDPê hate desteserkirin.

Asayîşa Erziromê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasoneke berfireh kir û avêt ser malan. Di encamê de Hevşarêdara HDPê ya bajarokê Karayaziyê Melîke Goksu û 2 endamên HDPê yên Civata Şaredariya Karayaziyê û 4 kesên din duh şev li ser riya Erzirom û Erzînganê hatin desteserkirin.

Li gor Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê (AA), Dadgeha Bilind a Tirkiyê pêştir bi tohmeta endamtiya PKKê cezaya zindanîkirina heft sal û nîvan li Şaredara Karayaziyê Melîke Goksuyê pesend kiribû û Şaredara HDPê dema dixwest ji Tirkiyê derkeve hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin