PeyamaKurd - Şaredariya Artûklu ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ku di hilbijartinan de rêveberiya wê ketiye destê DEM Partiyê, ji ber deynan hate hecizkirin.
Hevserokê Şaredariya navçeya Artûkluyê ya Mêrdînê Mehmet Alî Amak, bertek nîşanî hecizkirina Şaredariya Artûkluyê da û got ku ew astengiyan nas nakin û xelkê bê xizmet nahêlin û di binê konan jî de be dê xizmeta xelkê bikin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber ku şaredariya bajarokê Misûriyê ya Mêrdînê deynê xwe yê sala 2011an nedaye ew deyn ketiye ser Şaredariya Artûklûyê û ji ber wê jî hatiye hecizkirin.
Piştî ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de şaredarî ket destê DEM Partiyê, welatiyekî xelkê Mêrdînê ji ber 2 milyon û 300 hezar lîreyê bi deyn dabû şaredariyê û deynê xwe wernegirtiye, serî li dadgehê daye û şaredariya Artûkluyê hatiye hecizkirin.
Mehmet Alî Amak da zanîn ku piştî wan şaredarî bidexistiye di lêkolînên wan de diyar bûye ku şaredarî bi qasî 170 milyon lîreyan deyndar e û kasaya pereyan a şaredariyê hatiye valakirin.
Em ê li Baxçeyê Şaredariyê di konan de xizmetê bikin
Mehmet Alî Amak gotiye: “Ji nîşkê ve hatina dû karmendên îcrayê û destpêkirina pêvajoya hecizkirinê em şok kirin. Em cardin ji vê derê diyar dikin, em amade ne bi derfetên xwe û bi qistan deynê welatiyê xwe bidin da ku mexdûr nebe. Di nava 3 mehan de ji 13ê Nîsanê ve heta niha zêdeyî milyonekê faîz û heqê parêzeran xistine ser wî deynî. Ev hemû jî malê gel e û ew pere ye ku em dê pê xizmeta gel bikin. Ji ber wê jî divê ev bi awayekî bên çareserkirin. Belê zêde pêwîstiya me bi van kursiyan û otomobîlên meqamê nîne. Bi ti awayî ti xebatek nîne ku ev bo xizmetê bikin. Dibe ku em di nava çar dîwaran de xizmetê nedin gel lê li derve li bexçeyê şaredariyê di konan de jî em dê xizmetê bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin