Şaxewan Abdullah: “Em îznê nadin di araziyên sînorên xala 140an de proje çêbibin”

Şaxewan Abdullah: “Em îznê nadin di araziyên sînorên xala 140an de proje çêbibin”

PeyamaKurd – Serokê grûba PDKê yê Parlementoya Iraqê Şaxewan Abdullah ragihand ku di rêya hukumeta federal de, hinek araziyên li Kerkûkê ku ji bo xizmeta giştî veqetandîne û mulkiyeta wan çareser nebûye, xwestine dewrî projeyên veberhênanê bikin, ber li wan projeyan girtine û ragihand ku dê nehêlin li ser axa di nav sînorên xala 140an ya destûra Iraqê de, proje bicîh werin.

Şaxewan Abdullah di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Facebookê de weha got:

“Piştî bineciyên taxa Cengilawa ya Kerkûkê gilî kirine ku araziyên ji bo xizmeta giştî hatine veqetandin, li ser wan projeyên veberhênanê xwestine bicîh bînin, ew gilî gihane ber destê min, min bi nivîsekî fermî serokwezîrê Iraqê û Komisyona Duristiyê û Heyeta Veberhênana Netewî jê agahdar kir.

Hewlên min encam dan û sekreterya giştî ya Encumena wezîran bersivê da daxwaza me û bi nivîsekî fermî, fermanê da parêzgeha Kerkûkê da projeyê rawestînin.”

Serokê grûba PDKê yê Parlementoya Iraqê Abdullah Şaxewan ragihand ku rewşekî weka wê li gundê Alyawa çêbûbû û weha dewam kir:

“Rewşekî weha li gundê Alyawa qewimî bû. Di encama hewla xebatên me de, me Komîsyona Veberhênana Kerkûkê hişyar kir û me wê hewlê jî rawestand.”

Şaxewan ragihand ku araziyên di nav sînorên xala 140an de ku li ser wan arîşe hene, ew biryardarin ku nehêlin rûdanên neyînî li ser wan araziyan bibin û dewam kir:

“Komîta xala 140an, li ser daxwaza me, biryarê da ku temamê araziyên li ser mulkiyeta wan arîşe hene, temamê projeyên li ser wan rawestînin. Em weka grûba PDKê, çi gilî û gazin ji welatiyên me werin ber destê me, em ê wan bişopînin û nehêlin araziyên giştî yên ji bo xizmeta xelkê hatine terxan kirin, bên xesb kirin û talan kirin.”

Li gor destûra Iraqê; li gor xala 140an; heya mulkiyeta araziyên li deverên ku arîşe li wan hene, çareser nebe, nabe ku li ser wan araziyan rewşê biguhêrin û projeyên veberhênanê li ser wan araziyan bikin.