Şaxewan Ebdula: Kurd li Kerkûkê hatine paşguhkirin

Şaxewan Ebdula: Kurd li Kerkûkê hatine paşguhkirin

PeyamaKurd - Şandeke Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Şaxewan Ebdula serdana Kerkûkê kir da ku ji nêz ve rewşa bajêr û pirsgirêkên welatiyan bişopîne.

Şaxewan Ebdula di civîneke rojnamevanî de rexneyên tund li nebûna hevsengiyê girt û diyar kir ku ji fermandariya operasyonan heta saziyên xwarê ti Kurdek ne berpirsê dezgehên ewlehiyê ye.

Ebdula tekez kir ku PDK bi rêya lijneyên xwe yên parlamentoyê dê ji bo çareserkirin û vegerandina hevsengiya îdarî xebateke cidî bide destpêkirin.

Şaxewan Ebdula bal kişand ser mijara desteserkirina zeviyên çandinê yên bi navê "veberhênanê" ku li dijî madeya 140î ye û ragihand ku ji bo rawestandina vê pirsê nivîsa fermî ji Serokwezîrê Iraqê re hatiye şandin.

Di mijara ewlehiyê de, wî anî ziman ku valahiya ewlehiyê ji Kerkûkê heta Şingalê berfireh bûye û ji bo tijîkirina vê valahiyê divê operasyonên hevpar çêbibin an jî Hêzên Pêşmerge vegere wan deveran.

Derbarê posta Parêzgarê Kerkûkê de jî got ku divê biryar li ser bingeha îradeya rasterast a xelkê Kerkûkê bê dayîn.