Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir

Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd - Sala nû ya xwendinê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê îro 4ê Cotmehê dest pê kir û deriyên zêdetirî 124 hezar dibistanan ji bo zêdetirî 12 milyon xwendekaran hatin vekirin.

Li bajarê Kerkûkê yê derveyî Îdareya Kurdistanê jî xwendina kurdî bi bilindkirina Alaya Kurdistanê dest pê kir.

Dibistanên xwendina kurdî li Kerkûkê bi bilindkirina Ala Kurdistanê pêşwazî li sala nû ya perwerdeyê kirin. Li gorî amaran, li Kerkûkê zêdetirî 104 hezar xwendekar di nav 562 dibistan û pêşdibistanan de ji aliyê 8 hezar û 200 mamosteyan ve hatin pêşwazîkirin.

Pirtûk û pêdivîyên xwendinê ji Kurdistanê diçin

Hate ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dabînkirina 1 milyon û 200 hezar pirtûk û pêdiviyên cuda yên perwerdeyê, amadekariyên pêwîst ji bo wan navendan temam kirine.

Li aliyê din, xwendekarên kurd ên li navçeyên Kurdistanî di ezmûnên giştî de rêjeya serkeftinê ya ji sedî 82 bi dest xistine û li ser asta Iraqê di rêzên yekem de cih girtine.

Bi hezaran xwendekar vedigerin Kurdî

Hêjayî gotinê ye, ev serkeftin bûye sedem ku hejmareke berbiçav a xwendekaran ji dibistanên erebî vegerin polên kurdî. Tenê îsal zêdekirî hezar 100 xwendekarên Kerkûkê vegeriyane dibistinên Kurdî ku ev jî wekî nîşaneya bilindbûna asta perwerdeyê û pêbaweriya malbatan bi kerta perwerdeya Herêma Kurdistanê tê nirxandin.