PeyamaKurd - Hejmarek rêxistin û saziyên sivîl yên kurdan daxwaz ji Netewên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariya Navdewletî (KENY) dikin, bilez destêwerdanê bikin û xelkê sivîl li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê biparêzin.
27 rêxistin û saziyên civaka sivîl û mafên mirovan yên Kurdî ku binpêkirin û tawanên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê tên kirin, belge dikin, nameyek pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres kirin û tê de diyar kirin, artêşa Tirkiyê û komên çekdar di Adara 2018 de êrîşî Efrînê kirin û ew der dagîr kirin. Ji wê demê ve jî komên çekdar tawanên dijî mirovahiyê û jenosîd li dijî gelê Kurd û pêkhateyên olî yên wek Êzîdî û Elewî dikin.
‘Komên çekdar ji wê demê ve dest danîne ser mal û milkê xelkê’
Her wiha di nameyê de hatiye gotin, komên çekdar ji wê demê ve dest danîne ser mal û milkê xelkê, welatiyan direvînin û eşkence didin ku gelek caran welatî di bin eşkenceya hovane de tên kuştin, bacên giran disepînin, dar û berhemên çandiniyê dişewitînin û cihên dîrokî û şûnwarî dikolin, didizin û wêran dikin.
‘Tirkiye û komên çekdar herêm dagîr kirine’
Ew rêxistin û saziyên sivîl daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlekariya Navdewletî (KENY) û civaka navdewletî dikin, bilez destêwerdanê di rewşê de bikin û xelkê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê biparêzin, Tirkiye û grûpên çekdar ji herêmên dagîr kirine, derxînin û wan bi herêman bixin bin parastina navdewletî û îdareya wê radestî xelkê wir bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin