AKP serî li hemû rêyan dide: 'Ji bo Stenbolê ji Kurdistanê bi sedan mele birin Stenbolê'

AKP serî li hemû rêyan dide: 'Ji bo Stenbolê ji Kurdistanê bi sedan mele birin Stenbolê'

PeyamaKurd - Nivîskarê tirk Saygi Ozturk ragihand ku AKP ji bo di hilbijartinên Stenbolê dengê li hilbijêrên kurd ên muhafazakar wergire ji Bakurê Kurdistanê bi sedan mele birin Stenbolê. Ozturk, “Mele birin Stenbolê.. Şaredar û pêşengên hinek eşîran jî bi meleyan re ji bo AKPê dixebitin. Ji bo meleyan mûçeyeke zêde jî hatiye terxankirin.”

Mele (wêneyê temsîlî)

Hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên 31ê adarê li ser daxwaza pêdaçûna AKP û MHPê ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ve hatin betalkirin û biryar hatibû dayîn ku 23yê hezîranê hilbijartin bêne dûbarekirin.

Di hilbijartinên 31yê adarê de nêzîkî milyonek û 700 hilbijêr neçûbûn ser sindoqan.

Bala hemû partiyan li ser van hilbijêran û dengê wan e. Yek ji wan partiyan jî AKP ye. AKPê ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve, meleyên kurd jî tê de serî li hemû rê û rêbazan dide.

‘AKP JI BO  HILBIJARTINAN HEMÛ DERFETÊN DEWLETÊ BIKAR TÎNE, MELEYÊN KURD JÎ TÊ DE SERÎ LI HEMÛ RÊYAN DIDE’

Nivîskarê rojnameya tirk Sozcuyê, Saygi Ozturk ragihand ku ji bo ku bandorê li hilbijêrên kurd bikin hi herêmê (Bakurê Kurdistanê) bi sedan mele birin Stenbolê.

“Di hilbijartinên hezîranê de tê gotin ku wê helwesta hilbijêrên kurd encaman diyar bike. Partî jî li gorî vê yêkê amadekariyên xwe dikin. AKP jî ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikeve hemû derfetên dewletê bikar tîne. Bi taybetî jî ji bo ku dengê welatiyên kurd ên oldar bistîne serî li hemû rê î rêbazan dide.”

‘JI BO MELEYÊN KU JI BO AKPÊ XEBATAN DIMEŞÎNIN MÛÇEYEKE GIRÎNG JÎ HATIYE TERXANKIRIN’

Di berdewamiya nivîsa Ozturkî de hatiya gotin, “Mele birin Stenbolê.. Şaredar û pêşengên hinek eşîran jî bi meleyan re ji bo AKPê dixebitin. Hat diyarkirin ku ji bo kesên hatine mûçeyeke zêde jî hatiye terxankirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin