Heya 30 yê nîsanê dibistan tatîl in

Heya 30 yê nîsanê dibistan tatîl in

PeyamaKurd- Wezîrê perwerdê yê Tirkiyê Ziya Selçuk û wezîrê saxlemiyê yê Tirkiyê Fahretin Koca derketin ber çapemeniyê û Selçuk got ku heya 30 yê nîsanê dibistan tatîl in. Beyana wezîran piştî civîna Zanistî ya Koronavîrusê hat dayîn. Selçûk weha got:

“Biryar heye ku heya 30 yê nîsanê dibistan tatîl bin û bernama perwerdê ya ji dûr de dewam bike.”

Wezîrê saxlemiyê Fatrettin koca jî weha got:

“Zanist bo îro nikare ti sozan bide. Ev vîrus dijminê saxlemiya mirovaye û hêj sirrên wê nehatine keşfkirin. Serkeftina li dijî vîrusê li ser me kite kita ne. Bo temênên navçe jimara nexweşan kêm nîne. Ev vîrus li gênca, zarokan û pîran narêne. Awantaja me ew e ku di serî de me xwe parast.”

Wezîrê saxlemiyê Selçûk bo mijara ezmûnan ragihand ku her tişt li ser biryara Komîte ya Zanista Koronavîrusê ye. Lê weka qaîde ew dixwaze ku ezmûn di wextên diyarkirî de bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin