"Îran bi destûra Iraq û Sûriyê li wan dewletan e"

"Îran bi destûra Iraq û Sûriyê li wan dewletan e"

PeyamaKurd - Sekreterê Encumena Bala ya Ewlehiya Nîştimaniya Îranê Elî Şemxanî hebûna ya eskerî Îranê li Rojhilata Navîn parast û got: "Hebûna şêwirmendên eskerî yên Îranê bi daxwaz û daweta hikûmetên meşrû yên wan dewletan e."

Şemxanî li mescideke Tehranê bo xelkê axivî û li ser rojhilata navîn nirxandin kirin.

Şemxanî di axaftina xwe de wiha got:
"Îran şêwirmendên eskerî bi daweta hikûmetên meşrû yên Sûriye û Iraqê li wan deran dihêle. Armanca çûna me ya wan derab têkoşîna li dijî terorîzmê ye. Dinya hemû jî şahid e  ku Îranê di şerê li dijî terorîzmê de roleke sereke lîstiye ku DAIŞ li Sûriye, Libnan û heta Ewropayê belav bûbû."

Li ser bêçekkirina Heşda Şebiyê jî Şemxanî got ew hêza ji aliyê Parlamentoya Iraqê hatiye naskirin û xelkê wî welatî piştevaniya wan dike û biryara vê yekê jî dê xelkê Iraqê bi xwe bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin