PeyamaKurd - Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve û Berevaniyê ya Senatoya Fransayê, Senator Christian Cambon ku doh 1ê Cotmehê li Pîrmamê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin, parvekirinek li ser hevdîtina xwe û Serok Barzanî kir.
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve û Berevaniyê ya Senatoya Fransayê Senator Christian Cambon, îro Yekşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji bo min şanazî ye ku piştî demeke dirêj ji aliyê bavê netewa kurd ve hatim pêşwazîkirin, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rûspiyekî xwedî rol û bandoreke girîng e li Iraqê.”
Honneur d'être longuement reçu par le père de la Nation kurde, @masoud_barzani, ancien Président du Kurdistan irakien, dont la sagesse et le rayonnement lui permettent de jouer un rôle important en Irak.@Kurdistan @KrgFrance pic.twitter.com/WFjvzVpVc1
— Christian Cambon (@ChCambon) October 1, 2022
Senator Christian Cambon, doh di hevdîtina ligel Serok Barzanî de, ‘Nîşana Şerefê’ ya senatoya Fransayê pêşkeşî Serok Barzanî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin