PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge îro 27ê Sibatê biryara rawestandina proseya rahênankirinê bo demeke kurt ragihand.
Malpera fermî ya Wezareta Pêşmerge ragihand: “Wek pêngaveke xweparastinê, îro 27. 02. 2020an Wezareta Pêşmerge biryar da, proseya rahênankirinê li tevahiya binkeyên rahênanê yên ser bi wezaretê ve ji bo demeke kurt rawestîne.”
Cîgirê Serokerkanê bo Rahênan û Operasyanan, Lîwa Qareman Kemal got: “Bi berçavgirtina rewşa niha ya tenduristiyê ya ne asayî li welatên cîran heye, Wezareta Pêşmerge bi pêwîstî dizane rêkarên rêgirtinê li belavbûna vîrusa Korona û plana xweparastinê bigire berê.”
Berpirsê hêzên Pêşmege diyar kir, “Ji bo wê mebestê, bi hevahengiya bi navenda rahênanê ya Hevpeymaniya Navdewletî li Kurdistanê (KTCC) me biryar da, tevahiya proseyên rahênankirina hêzên Pêşmerge li tevahiya binke û fêrgehên ser bi Wezareta Pêşmerge ve bo hefteyekê rawestînin û piştre û li gor rewşê biryarên nû derdikin.”
Kemal herwiha got, “Ev biryar ji bo parastina tenduristiya Pêşmerge û rêgirtin û xweparastina ji belavbûna vîrusa korona ye”.
Mesrûr Barzanî: Li hemû bajaran ji bo Covid-19ê...
ÎRAN
Li Îranê 3 kesên din ji vîrusa coronayê mirin
Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku 3 kesên din ji vîrusa kovid-19 mirine û hejmara miriyan gihîştiye 22 kesan ku 141 kesên din bûne pêketiyên vîrusê ne. Hejmara pêketiyên vîrusa korona jî bi giştî bûye 245 kes li Îranê.
Serokê Komisyona Ewlekariya Netewî yê Parlamena Îranê Mucteba Zunnur jî bi vîdyoyekê ragihand ku ew jî bi vîrusa korona ketiye ku bixwe parlamentarê bajarê Qûmê ye.
Herî dawî Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê, Kiyanûş Cehanpûr ragihand ku ji doh heta îro piştî nîvro, 7 kesan ji vîrusa korona can daye.
***
EREBISTANA SIÛDÎ
Erebistana Siûdî ji ber vîrusa koronayê serdanên Ûmrê dan rawestandin
Erebistana Siûdiyê ji ber metirsiya belavbûna nexweşiya vîrûsa koronaya nû (Covid-19) serdanên bo Umrê û Mescida Nebewî bi awayekî demkî rawestand.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li welatî pisporên tenduristiyê geşêdanên derbarê vîrûsa koronaya nû de ji nêzîk ve dişopînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erebistana Siûdiyê, dê piştgirî bide hewldanên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî û rêxistinên navneteweyî yên ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê ragihand:
“Li ser pêşniyaza otorîteyên tenduristiyê û di çarçoveya tevdîrên parastinê yên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê de, ji bo demekê hatin û çûyîna Erebistana Siûdî ya ji bo Umre û serdana Mescida Nebewî hate sekiandin."
Vîrûsa Korona ku li bajarê Vuhana a ser bi eyalata Hubeya Çînê derketiye holê, li 33 welatên cîhanê li ser bi qasî 80 hezar mirovan belav bûye.
Heta niha ji ber vîrûsê bêhtirî 2 hezar û 700 kes mirine.
***
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin