PeyamaKurd – Hezên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê gule bera xwepêşanderan dan.
Li gor zanyariyan, li bajarên Sine û Seqizê xwepêşandanên tund birêve çûn û li çend taxên wan her du bajarên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên emnî de derket.
Hat zanîn ku li Seqizê gule bera xwepêşanderan dane. Li bajarên Merîwan, Bokan û Mihabadê jî xwepêşandan û nerazîtiyê heta derengiya şevê berdewam bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin