PeyamaKurd - Serkirdeyê PDKê li Kerkûkê dibêje, eger qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan neyê hemwarkirin, dengê 200 hezar kurdên Kerkûkê dişewite.
Berpirsê buroya çapemeniyê ya PDKê li Kerkûkê, Merîwan Celal got, me daxwaz kiriye qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê were hemwarkirin. Ji ber ku eger wisa nebe dengê 200 hezar kurdên Kerkûkê, ku koçber bûne, dişewite.
Merîwan Celal her wiha got, rojane bi dehan ereb ji deverên din yên Iraqê derbasî Kerkûkê tên kirin û li wir tên bicîhkirin. Beşek ji malbatên çekdarên DAIŞê jî li Kerkûkê hatine bicîhkirin. Bi vî rengî dixwazin rêjeya ereban li Kerkûkê zêde bikin.
Li gorî qanûna niha ya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, divê her kes di dema hilbijartinan de li parêzgeha xwe be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin