PeyamaKurd - Serkonsûlê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay, Serokê Herêma Kurdistanê yê hilbijartî Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û diyar kir ku di warê peywendiyên Enqerê û Hewlêrê de wê roleke erênî ya Barzanî hebe.
Serkonsûlê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay ji medya Kurdistanê re axivî û diyar kir ku di navbera Hewlêr û Enqerê de potansiyeleke mezin ya hevkariyê heye û got beramberî hev dê gavan bêne avêtin.
Hakan Karaçay ji bo wezîfeya nû ya Barzanî serkeftin jê re xwest û wiha dewam kir:
“Ji ber ku Nêçîrvan Barzanî Beg hatiye hilbijartin em wî pîroz dikin. Em qedir didin peywendiyan. Ji bazirganiya heta ewlekariyê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de potansiyeleke mezin ya hevkariyê heye. Em bawer dikin ku birêz Nêçîrvan Barzanî di wezîfeya xwe ya nû de ji bo ku ev peywendî û hevkarî baştir bibin bixebite. Li ser vî esasî em amade ne ku gavên pêwist biavêjin. Em serkeftinê jê re dixwazin:”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin