PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke payebilind a Partiya Komunîst a Çînê (PKÇ) kir.
Partiya Komunîst a Çînê (PKÇ) ji bo serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên parlementoya Iraqê de pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî kir.
Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa Barzanî, şandeya mêvan, li ser navê Partiya Komunîst a Çînê, pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir ji bo serkeftina wan di hilbijartinên parlementoya Iraqê de.
Di civînê de her wiha helwesta Herêma Kurdistanê û girîngiya têkiliya demdirêj bi Partiya Komunîst a Çînê re hate nîqaşkirin.
Serok Barzani rêzgirtina xwe ji bo gelê Çînê, şaristanî û dîrokê anî ziman û girîngiya têkiliyên di navbera PDK û Partiya Komunîst a Çînê de tekezî li ser kir.
Di civînê de her wiha encamên hilbijartinên parlementoya Iraqê, avakirina hikûmeta federal a nû û pêvajoya siyasî ya li Iraqê hatin nîqaşkirin.