PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nûnere taybet yê serokê DYAyê yê Trump Tom Barrack û heyeta pê re qebûl kir. Di hevdîtinê de li ser mijara Kurdên Rojava li baregeha Pîrmamê civiyan. Bargeha Barzanî di mijarê de daxwuyanî da û got:
“Di hevdîtinê de rêzdar serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amade bû û Tom Barrack rêz û silavên serok Trump bo serok Mesûd Barzanî ragihand. Her weha rola serok Barzanî ya di bûyerên Rojava yên çareseriyê de û di pêvajoya aştiyê de bilind nirxand.
Di hevdîtinê de li ser rewşa li Sûriyê û pêşdeçûnên di sehayê de, bo çareseriya wan, diyalog û rêbazên aştiyê axifîn.
Barzanî di hevdîtinê de, bo alîkariya terefên Sûriyê yên Trumpî, sipasiya Amerîkayê kir, behsa dahatûya Sûriyê û garantîkirina mafên Kurdên Sûriyê kirin.”