PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, bi sedema wergirtina Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê ya FIFAyê "FIFA Fan Award" pîrozbahî li hemû xelkê Kurdistanê û alîgirên Zaxosporê kir.
Serok Mesûd Barzanî, piştî fermîbûna wergirtina Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê, îro 16ê Kanûnê bi rêya telefonê ligel Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo axivî û pîrozbahî li tîma Zaxoyê kir.
Serok Barzanî diyar kir ku alîgirên Zaxoyê karîne nasnavekî dîrokî yê FIFAyê li seranserê cîhanê bi dest bixin û wiha got: "Ez hemû xelkê Kurdistanê û alîgirên tîma Zaxoyê pîroz dikim"
Hêjayî bibîrxistinê ye, 13ê Gulana îsal, alîgirên tîma Zaxoyê di maça li hemberî Hudûdê de, bi hezaran bûkik û pêlîstikok avêtibûn nav stadyumê. Alîgirên Zaxoyê beriya ku maç dest pê bike ew lîstikok kom kiribûn. Armanca vê çalakiya wan a balkêş piştgiriya zarokên nexweş û bi taybetî zarokên bi penceşêrê ketine bû. Ji ber vê jî tîma Zaxoyê bûbû yek ji sê berbijêrên baştirîn alîgirên salê li ser asta cîhanê û di encama dengdanê de jî xelat bi dest xist.