Serok Barzanî bi balyozê nû yê Almanya re civiya

Serok Barzanî bi balyozê nû yê Almanya re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwaziya balyozê nû yê Almanya li Iraqê, Ole Diehl kir ku konsûla Almanya li Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bû.b

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku Ole Diehl kêfxweşiya xwe bo aramiya Herêma Kurdistanê nîşan daye û gotiye, Almanya spasiya Herêma Kurdistanê dike ji ber hewandina koçber û penaberan.

Dîplomatê Almanî di hevdîtinê de ragihand, Almanya dê di warê geşkirin û aramiyê de li ser alîkarkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Almanya xwest û got, dergehê Herêma Kurdistanê ji bo koçber û penaberan vekirî ye, lê pêwîstî bi alîkariya Almanya û civaka navdewletî heye di vî warî de.

Di hevdîtinê de behsa kuştina Ebûbekir Bexdadî, metirsiyên DAIŞê, rewşa Iraq û Sûriyê û Rojhilata Navîn, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Kerkûkê jî hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin