PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro bi rêya telefonê bi bavê zarokê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber bombardimana artêşa Tirkiyê ya bi çekên qedexekirî birîndar bûbû û dîmenên ew êş û azara wî li seranserê dinyayê deng vedabû re axivî.
Serok Barzanî bi Hemîd Mihemedê bavê wî zarokê Rojavaya Kurdistanê re ku ji ber bombebarana Tirkiyê piranîya leşê wî şewitîye û hatiye li nexweşxaneya Dihokê tedawî dibe re axivî.

Serok Barzanî ji bavê Mihemed re hevxemiya xwe ragihand û jê re got ku çi pêwîst be ew dê ji bo Mihemed bikin û ti kêmasiyê nakin.
Dîmenên êş û azara Mihemed li medya cîhanê karvedaneke mezin çêkiriye ku niha ew çekên qedexekirî tên lêkolînkirin daku wekî tawaneke şer were qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin