Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê her tim hewl daye bibe faktora aramî û çareseriyê

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê her tim hewl daye bibe faktora aramî û çareseriyê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Kanûnê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên siyasî Victoria Nuland û şanda dîplomatên Amerîkî kir.

Di civîna ku Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski, Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mark Straw û hejmarek dîplomatên Amerîka cî girt de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de di çarçoveya mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de, metirsiyên ewlekarî û metirsiya derketina DAIŞê li Iraq û navçeyê hate bibîrxistin û tekezî li ser hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hevpeymanan de hate kirin, ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û astengiyên ewlehiyê.

Di civînê de, rewşa siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê jî hate axaftin û şanda mêvan pêşketina jêrxane, aştî û aramiya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekezî li ser hevahengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di civînê de bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê her tim hewl daye li Iraqê bibe faktora aramî û çareseriyê û dixwaze pirsgirêkên xwe yên bi hikûmeta federal re, bi diyalogê çareser bike, lê komek faktor hene ku bûne rêgir ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, ji wan vegerandina penaberan û asayîkirina rewşa devera Şingalê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin