Serok Barzanî pêswazî li Xemîs Xencer kir

Serok Barzanî pêswazî li Xemîs Xencer kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro şemîyê li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Eniya Niştimanî ya Iraqê Xemîs Xencer kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di hevdîtinê de pêşhateyên siyasî yên Iraqê, proseya pêkanîna hikûmeta Iraqê û piştgiriya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hatine gotûbêjkirin.

Herwiha di civîna Serok Barzanî ya ligel Xencer û şanda pê re, ewleyiya herêmê û pêdawistiyên vê çarçoveyê hatine rojevê.

Serok Barzanî û Xemîs Xencer babeta jinûve avakirina deverên ji destê DAIŞê hatine derxistin û wêranbûne jî hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin