Serok Barzanî pêswaziya Sûdanî kir

Serok Barzanî pêswaziya Sûdanî kir

 

PeyamaKurd – Îro çarşemê (13ê mijdara 2024an) Serok Mesûd Barzanî, li Selahedînê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe El-Sûdanî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û bûyerên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku derbarê pêwendî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de gavine erênî hatine avêtin.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî jî bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serok Barzanî kir û hêvî kir ku demeke herî zû  her du alî bigihin rêkeftinekê ji bo avakirina kabîneya nû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin