Serok Barzanî: Pêwendiyên gelê Kurdistanê bi gelê Misrê re dîrokî ne

Serok Barzanî: Pêwendiyên gelê Kurdistanê bi gelê Misrê re dîrokî ne

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Konsûlê Misrê yê Hewlêrê Ehmed Cîhad li ser geşkirin û pêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Qahîreyê axivîn.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku îro 6ê Sibantê li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî li Konsûlê Misrê yê Hewlêrê Ehmed Cîhad kir.

Di hevdîtinê de ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera Kurdistan û welatê Misrê û Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku pêwendiyên gelê Kurdistanê û xelkê Misrê û hikûmeta wî welatî dîrokî ne.

Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li ser firehkirin û pêşxistina pêwendiyên dnavbera Hewlêr û Qahîreyê hate kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin