Serok Barzanî peyamek serxwesiyê bo Mîrê Kuweytê belav kir

Serok Barzanî peyamek serxwesiyê bo Mîrê Kuweytê belav kir

PeyamaKurd – Ji bo wefata Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed El Cabir El Sebah, Serok Mesûd Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe da diyar kir: ‘‘Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê (Şêx Sebah Ehmed El Cabir El Sebah) gihîşt min. Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata Mîrê birêz û gel û Hikûmeta Kuweytê dikim.’’

Serok da zanîn: ‘‘Xwedê jêrazî mînakeke bihayê bilindê mirovdostiyê bû, li serdema wî da jî peywendiyên di navbera Kuweyt û Herêma Kurdistanê berfirehtir bûn.’’

Herwiha herî dawî got: ‘‘Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşê.’’

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin