PeyamaKurd -
Serok Barzanî di peyama xwe de germtirîn pîrozbahî pêşkeşî xelkê vî bajarê dîrokî kir û diyar kir ku Silêmanî beşeke girîng a dîrok, nasname û têkoşîna neteweyî ya gelê Kurdistanê ye.
Serok Barzanî destnîşan kir ku ev bajar her dem navenda raman, hestên neteweyî, rewşenbîrî û çandê bûye û ew hêviya aramî û asûdeyiya berdewam ji bo Silêmaniyê dixwaze.