Serok Barzanî: Slav li şehîdên Qeladizê

Serok Barzanî: Slav li şehîdên Qeladizê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, di 50mîn salvegera bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê de peyama bîranînê belev kir û got: "Bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê rûpeleke reş a hovîtî û bêwijdaniya rijêma berê ya Iraqê ya li dijî gelê Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî di peyama xwe de hemû cangoriyên vê hêrişê bi birîr anî û got “Di salvegera 50mîn a bombebarankirina zalimane ya Qeladizê û Zannîgeha Silêmaniyê de, silav ji bo canê şehîdên wê karesatê û hemî şehîdên Kurdistanê.”

bombebarana Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê

Di 24ê Avrêla 1974ê de rejêma Beas bi çar frokeyên şer hêrişî bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku hingê pareke wê zanîngehê li Qeladizê bû kir. Di encama vê hêrişa hewayî de 163 welatiyên sivîl ku 9 ji wan xwendekarên zanîngehê bûn şehîd bûn û nêzîkî 300 welatiyên din jî birîndar bûn,.

Di vê hêrişê de herwiha ziyaneke mezin gihişte avahiyê Zanîngeha Silêmaniyê û çend dezgehên din ên hikûmî û nêzîkî 200 xanî.