Serok Mesûd Barzanî bi Balyozê Gistî yê Fransayê re civiya

Serok Mesûd Barzanî bi Balyozê Gistî yê Fransayê re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi Balyozê Giştî yê Fransa li Hewlêrê re civiya û di civînê de qala pêwendiya telefonî ya meha borî ya navbera Serok Barzanî û Serokê Fransa de kir.

Serok Barzanî îro bi Balyozê Giştî yê Fransa Olivier Decottignies re civiya û di civînê de qala pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransa û pêwendiya telefonî ya meha borî ya navbera Serok Barzanî û Emmanuel Macron Serokê Fransa hat kirin.

Herwiha di civînê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û senaryo û îmkanên proseya siyasî ya Iraqê di qonaxa bê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Herî dawî di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Sûriyê û paşeroja gelê Kurd li Sûriyê jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin