PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anıl Bora İnan kir. Di vê hevdîtinê de ku Konsolosê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî tê de amade bû, derbarê geşedanên herî dawî, şer û alozîyên li ser asta herêmî nêrîn hatin parvekirin.
Balyozê Tirkiyeyê spasiya taybet a welatê xwe gihand Serok Barzanî ji bo sebir û siyaseta hekîmane ya Herêma Kurdistanê; wî destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên ji bo kişandina Herêmê ber bi nav agirê şer û tevî hebûna destdirêjî û bombebaranên berdewam, Hewlêrê bi her awayî hewl daye ku xwe ji wan dûr bixe û nebe beşek ji şer.
Têkiliyên Hewlêr-Bexda-Enkarayê û proseya siyasî ya navxweyî
Di berdewamiya hevdîtinê de, hate ronî kirina ser rewşa siyasî ya piştî avakirina hikûmeta nû ya federal a Iraqê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û diyaloga navbera PDK’ê û aliyên siyasî yên Iraqî. Her du aliyan daxwaz kirin ku hewldanên heyî bibin sedema çareserkirina kêşeyan, pêkanîna hevahengiyeke tam û ji navbirina astengiyan. Her weha encamên serdana herî dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê hatin nirxandin û tekezî li ser geşepêdana dostaniya dîrokî ya navbera her du aliyan hat kirin; di dawiyê de pêngavên ji bo çalakkirina proseya siyasî û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê wekî mijareke giring a guftûgoyan cih girt.