PeyamaKurd - Serokê Desteya Heşdî Şabî Felah Feyaz ku çend roj berê Amerîkayê ceza li ser sepandibû û xistibû lîsteya reş, serdana Kerkûkê kir.
Felah Feyaz bi balafirê çû Kerkûkû bi parêzgarê sepandî yê Kerûkûkê Rakan Cibûrî û berpirsên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê re civiya.
Berdevkê Mîhwera Bakur ê Heşdî Şabî Elî Huseynî daye xuyakirin ku Serokê Desteya Heşdî Şeibî Felah Feyaz, wê beşdarî merasîma yek saliya kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs bibe û di wê merasîmê de Felah Feyaz gotarekê peşkeş bike.
Serokê Desteya Heşdî Şabî Felah Feyaz, ji ber binpêkirinên mafên mirovan li Iraqê û kuştina xwepêşanderên iraqî roja înê 08.01.2021ê ketibû lîsteya reş a Amerîkayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin