PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îor 30yê Cotmehê pêşwazî li endamê encûmena nûnerên Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna El Samerayî kir.
Di hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa giştî û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê hate kirin.
Serokê Hevpeymaniya Ezim ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir, ku proseya demokratîk serkeftî bûye.
Di beşeke din a hevdîtinê de behsa girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser bingehê destûr û rêkeftina hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin