PeyamaKurd – Şeroka Heyeta Heşda Şeibî û Şêwirmendê Netewî yê Ewlekariya Iraqê Falih Feyyad, ji bo bi rayedarên Amerîkayê re hevdîtinan bike bi serdaneke fermî çû Washingtonê. yetkililerle görüşmek üzere ABD’nin başkenti Washington'u ziyaret ediyor.
Hat ragihandin ku dê mijara herî girîng a danûstandinên rayedarên Amerîkayê ligel Falih Feyyad gefên Îranê yên li ser berjewendiyên Amerîkayê be.
Beriya niha Falih Feyyad bi piştevaniya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, rayedarê payebilind ê Heşda Şeibî Ebu Mehdî el Muhendis ku alîgiriya Îranê dikir ji kar dûr xistibû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dema serokwezîrtiya Heyde Ebadî li Iraqê, hemû erkên serkirdeyê Heşda Şeibî Falih Feyyad jê hatibûn standin û Ebu Mehdî el Muhendis jî li dijî wê biryarê derketibû, lê belê niha jî ew bi xwe ji aliyê Falih Feyyad ve ji kar hatiye dûrxistin.