Serokê HUDA-PARê: Bi HDPê re tifaq ne mimkun e!

Serokê HUDA-PARê: Bi HDPê re tifaq ne mimkun e!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA_PAR) Zekerya Yapicioglu, di serdana xwe ya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê de, ji alîgirên partiya xwe re axivî.

Zekerya Yapicioglu, behsa gera xwe ya li welêt kir û da zanîn ku bi giştî rojeva civakê rewşa aborî ye.

Derbarê tifaqên hilbijartinên bê de jî Yapicioglu diyar kir ku bi awayekî nefermî pêşniyar bo partiya wan têne kirin û got, wan pêşniyarên xwe pêşkeş kirine û deriyê wan ji tifaqan re ne girtî ye.

Yapicioglu derbarê îhtimala tifqakeke bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî got: “Ji me pirs kirin, gelo hûn dikarin bi HDPê re tifaqê bikin? Ji bo niha ew mimkun xuya nake. Çima ne mimkun e? Li gorî baweriya min, îradeyeke HDPê ya serbixwe nîne. Îradeya wê ne destê wê de ye, li cihekî din e. Di rewşeke wiha de, nabe em wek partiyeke siyasî biçin bi cihê ku îradeya xwe teslîm kirine re biaxivin û behsa îtifaqê bikin. Di van şertan de hûn jî dibînin ku bi HDPê re tifaq ne mimkun e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin