Serokê Komîteya Çavdêriya Bazarê: Em nahêlin bihaya nan giran bibe

Serokê Komîteya Çavdêriya Bazarê: Em nahêlin bihaya nan giran bibe

PeyamaKurd – Li ser daxwaza xwedan nanpêjxaneyan a bo bihaya nan were girankirin, Qaymeqamê Hewlêrê axivî û diyar kir, ew nahêlin bihaya nan giran bibe û kîjan nanpêjxane bihaya nan giran bike, dê were sizadan.

Piştî ku Hikûmeta Iraqê bihaya dînar li hember dolar daxist, bihayê gelek tiştan jî giran bûye.

Qaymeqamê Hewlêrê û Serokê Komîteya Çavdêriya Bazarê Nebez Ebdulhemîd destnîşan kir, piştî ku bihaya dînar li hember dolar daket, beşek ji xwedanên nanpêjxaneyan, daxwaz kirine bihaya nan jî were girankirin. Lê em wê yekê qebûl nakin û rê nadin tu kes jî bihaya nan giran bike.

Herwiha Nebez Ebdulhemîd eşkere kir, ji ber ku nan yek pêdiviyên sereke yên xelkê ye. Heta niha jî bihaya nan mîna berê ye. Lê divê balansek hebe di navbera berjewendiyên kasibkaran û yên ku nan bikar tînin de.

Qaymeqamê Hewlêrê da zanîn, ew ê îro (5 Çile) li ser wê mijarê, bi Encumena Nanpêjxaneyan bicivin û çareyekê ji wê arîşeyê re bibînin. Em nahêlin nanpêjxane werin girtin û kirîza nan derkeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin