PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan, îro 5ê Adarê li Bexdayê civiyan û êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Hate ragihandin ku di civînê de bi hûrî geşedanên ewlehî û siyasî yên li navçeyê û bandora wan a li ser Iraqê hatin nirxandin. Her çar serokatiyan piştevaniya xwe ji bo rêkarên hikûmetê nîşan dan da, ku Iraq neyê kişandin nav agirê şerê derveyî sînorên xwe û tekezî li ser parastina serweriya welat û ewlehiya nûneratiyên dîplomatîk hat kirin.
Di civînê de bi tundî her cure êrîşên li ser bajar û parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanêhatin şermezar kirin û ev êrîş wekî "binpêkirina serweriya niştimanî" hatin pênase kirin.
Herwiha helwesta Iraqê hat tekezkirin ku ew rê nadin axa welat bibe bingehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran yan jî gefxwarina li ewlehiya wan.
Serokatiyan daxwaz kirin ku operasyonên leşkerî yên li navçeyê yekser werin rawestandin û rêz li serweriya dewletan were girtin û bang li civaka navdewletî hat kirin ku ji bo rêgirtina li berfirehbûna şer bilez bikeve tevgerê. Di civînê de hat destnîşankirin ku dîplomasî û danûstandinm baştirîn rê ne ji bo parastina navçeyê ji encamên metirsîdar.