PeyamaKurd - Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed got, kursiya serokkomariya Iraqê ya Kurdan ne ya YNKê ye û rewş wisa berdewam bike dê li naverast û başûrê Iraqê aramî bikeve nava metirsiyê.
Mehmûd Mihemed ragihand: “Li Iraqê ew aliyên ku di hilbijartinan de hatine şikestin dixwazin dengên gelek navçeyan betal bikin, lê em wek PDK dibêjin, ji bo ku guman ji rastiya hilbijartinan nemînin ya baş ew e ku hemû dengên Herêma Kurdistanê li gorî yasa û destûr bi destan bên jimartin.”
Der barê axaftina hinek aliyên siyasî yên Kurdistanê ku dibêjin li Kurdistanê jî sextekarî hatiye kirin, Mehmûd Mihemed wiha got: “Ew aliyên siyasî li ser daxwaza Bexdayê dixwazin navê Herêma Kurdistanê reş bikin, ji ber ku wan bi xwe gelek deng jidest dane û şiketin û encamên niha qebûl nakin. Lê em ji wan re dibêjin, bila li gorî yasayê deng bi deng bi dest bên jimartin.”
Berdevkê PDKê wiha domand: “Li parêzgeha Mûsilê gelek sinduq û dengên Kurdan hatine jinavbirin, tenê ji bo ku Kurd li wê parêzgehê nebin yekem, ku dengên xelkê Şingalê hejmar nekirine û bi vê yekê xedreke mezin li Kurdan û xelkê Şingalê hatiye kirin.”
Mehmûd Mihemed ragihand: “Rewşa Iraqê wisa berdewam be dê aramî li naverast û başûrê Iraqê bikeve nava metirsiyê. Em ligel wê yekê ne ku komîsyona hilbijartinan vê pirsgirêka ku heye bi yasayê çareser bike. Em wek PDK jî mercên me ji bo beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de ew in ku (şirîkatî, tifaq û hevsengî) pêngavên wê hikûmetê bin.”
Derbarê kursiya serokkomariya Iraqê de jî, Mihemed wiha got: “Bila ji her kesî re zelal be ku kursiya serokkomarê Iraqê ya Kurdan e ne YNKê. Ev çend sal in ku ew kursî di destê YNKê de bûye, bi rêkeftin bûye û helbet her kes dizane ku YNK bi xwe ew rêkeftin nehiştiye, lewma pêwîst e aliyên siyasî gotûbêjan bikin li ser wî kursî û heta niha em wek PDK me ti rêkeftinek li ser serokkomar nekiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin