Serokwezîr Barzanî: Armanca êrîsê, jenosîd bû

Serokwezîr Barzanî: Armanca êrîsê, jenosîd bû

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser rastlêhatina 36emîn salvegera kîmyebarana Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî, peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo bibîranîna salvegera kîmyebarana Balîsan, Geliyê Xoşnawêtî û Şêx Wesanan, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek araste kir û got,

“Îro 36 saliya canjidestdana bi sedan Kurdan e ku ji aliyê Sedam Husên ve hatin kîmyebarankirin.

Armanca sereke ya vê komkujiyê, jenosîd bû ku tu demekê ji bîr nabe. Em ji bo wan wan qurbaniyan û malbatên xemgîn in û em bîranîna wan, bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin