PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêşwazî li Serokê Parlementoya Iraqê Muhemmed Helbûsî kir. Barzanî û Helbûsî li ser ‘herêmê û rojevê’ hevdîtineke piralî pêk anîn.
Barzanî û Helbûsî di wê hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Îraqê û Kurdistanê guftugo kirin. Herweha Barzanî û Helbûsî di hevdîtinê de li ser rewşa piştî rêxistina terorê ya DAIŞê û rewşa Mûsilê de axiftin.
Di hevdîtinê de herdu aliyên beşdar li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û mijar û rûdanên herêmî yên demên dawiyê gotubêj kirin. Herdu alÎ di mijara ji nû ve avakirin û avadankirina herêmên ku bi destê DAIŞê hatibûn xirakirin rêkkeftin ku hevkariyê bikin.
Di civînê de herweha di mijara alîkariyên koçberan jî hate rojevê.
Barzanî û Helbûsî bal kişandin ser girîngiya alîkariyên dewletî û navdewletî bo koçberan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin