Serokwezîr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li Hakan Fîdan kir

Serokwezîr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li Hakan Fîdan kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser destbikarbûna Wezîrê Derve yê Tirkiyê yê nû Hakan Fîdan bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî lê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Hezîranê, bi rêya telefonê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê yê nû Hakan Fîdan axivî.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand: “Di pêwendiyeke telefonî de min pîrozbahî li Hakan Fîdan kir, ji ber destnîşankirina wî wek wezîrê derve yê nû yê Tirkiyê.”

Serokwezîr Barzanî got: “Ez li bendê me ku bi wî re kar bikim û hevkariyên me kûrtir bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin