PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro duşemê bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wileks û şandeke pê re civiya.
Di civînê de bi taybet behsa encamdana reforman di saziyên hikûmetê û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektora giştî û taybetî ya Herêma Kurdistanê de kirin.
Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtin li Hewlêrê di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wileks, Lord Francis Mod û Konsulê Giştî yê Brîtanya li Kurdistanê Maretn War de hat kirin.
Di vê civînê de, Nêçîrvan Barzanî û John Wilkes li ser mijarên rewşa navçeyê, xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û hewlên ji bo bêtir vejandina rewşa aboriya Herêma Kurdistanê hat rawestîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û hevkariyên Brîtanya bo Kurdistanê di rojên zehmet de kir û behsa programa berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û proseya reforman di dezgehên hikûmetê de kir û tekezî li ser berdewamiya reforman û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektorên giştî û taybetî de kir.
Balyozê Brîtanya li Iraqê, John Wilkes jî di vê hevdîtinê de behsa geşedanên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li navçeyê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Brîtanya bo Herêma Kurdistanê û diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê kir.
Di civînê de Balyozê Brîtanya yê li Iraqê encamdana reforman di saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bilind nirxand ku ew demeke di warên cuda cuda de berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin