PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya Londonê de, îro 19ê Nîsanê piştî hevdîtina ligel Serokwezîr Borîs Johnson, bi Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û derfetên pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran de hat gotûbêjkirin, di vê çarçoveyê de Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn piştevaniya welatê xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê car din anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin