Serokwezîr Barzanî bo koalîsyonê: "Em endîse dikin”

Serokwezîr Barzanî bo koalîsyonê: "Em endîse dikin”

PeyamaKurd- Sewrokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêvebirên koalîsyona li dijî İŞİDê re civiya û got ku deverên Kurdistanê yên ku di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de dimînin, tevgerên İŞİDê li wan deveran û êrîşên ser cotyarên Kurd, herêma Kurdistanê dixin nav endîşeyê. Barzanî mijarê bo fermandarê taybet yê giştî yê hêza navçe general Eric Hill re got.

Her dû alî rewşa herêmê guftûgo kirin, biryara hevkariya Pêşmerge û hêzên koalîyona navdewletî dan û behsa pêdiviya dewama têkoşîna li dijî İŞİD ê dan.

Barzanî behsa revandina Kurdan, agirberdana dehlên Kurdan û êrîşên İŞİDê yên her diçe zêde dibe, kir. General Hill jî got ku Herêma Kurdistanê di têkoşîna li dijî terorê de hevkarekî girîng yê Amerîkayê û koalîsyonê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin